Sîpan Hemo bang li Şam’ê kir: Em bihevre sînor biparêzin

Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Sîpan Hemo ji bo rûbirîbûna gefên Tirkiyê, bang li dewleta Sûrî kir ku berevaniyê di ber xaka xwe de bike.

Fermandarê Giştî yê YPGê Sîpan Hemo di hevpeyîvna ligel rojnameya “aawsat” de got, “Tirkiye bi hemû karînên xwe hewl dide destkeftên Kurdan ji nav bibe. Tirkiyê hêzên xwe li ser sînor kom kirine û Îstixbarata Tirkiyê daxwaz ji grûbên çekdar ên li Efrînê re kiriye ji her êrîşekê re amade bin.”

Sîpan Hemo li ser helwesta Rûsyayê jî diyar kir: “Rûsya ji ber hebûna Amerîkayê li rojavayê Firatê ji gefên Tirkiyê dilxweş e. Diyar e lihevkirinek di navbera aliyan de heye.”

Hemo di hevpeyvînê daxuyakirin, “Amerîkî dibêjin ku gefên Tirkiyê li ser rojhilatê Firatê bandorê li şerê DAIŞê dike. Lê divê em ji bîr nekin Amerîka û Tirkiyê di NATOyê de endam in. Amerîka 3 xalên çavdêriyê li Girê Spî, 2 xal li Kobanê û xalek jî li Serê Kaniyê damezirandine û gerên Amerîkî li ser sînor encam didin.”