Şaredara berê ya Diyarbekirê dest bi greva birçîbûnê kir

Hevsoroka berê ya HDPê û Hevşaredara berê ya Diyarbekirê Gultan Kişanak ji bo piştgiriyê bi de greva birçîbûnê ya Parlamentara Colemêrgê Leyla Guven a girtî, bo 10 rojan li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kir.

Hat ragihandin ku Kişanak îro 18ê Kanûnê ev greva birçîbûnê bo piştgiriya Leyla Guven ku zêdetirî 40 roj in mangirtina xwe didomîne û ji bo rakirina tecrîda ser Abdullah Ocalan daye destpêkirin.

Kişanak gotiye, “Ji bo dengê aştî û diyalogê bidin bihîstin pêwîste tecrîda li ser Îmraliyê di zûtirin demê de bê rakirin. Em nikarin li hemberî şer, mirin û zilmê û nehiştina dengê aştiyê, bêdeng bimînin.”

Gultan Kişanak piştî ku qeyûm li şûna wê bo şaredariya Amedê hatibû tayînkirin, hatibû girtin û niha li Girtîgeha Kocaeli dimîne.

İlgili Haberler