Parêzer misogeriya edaletê ne

Ji bo berdana hempîşeyên xwe, parêzerên Stenbolê di hefteya 77’emîn de li ber Edliyeya Çaglayanê Nobeta Edaletê li dar xist. Di çalakiyê de hat gotin ku parêzer misogeriya darazê ne û divê demildest bên berdan.

Parêzerên Stenbolê, di hefteya 77’emîn de ji bo ku parêzerên girtî bên berdan û zextên li ser hiqûqnasan bi dawî bibin, li ber Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê kom bûn û Nobeta Edaletê berdewam kirin. Nobeta ku li ber peykerê Themîs a qada Atrîum a edliyeyê dest pê kir.

Di çalakiyê de parêzeran pankarta ‘Ji hemû kesan re edalet’ vekir û wêneyên hempişeyên xwe yên girtî, hildan. Di çalakiyê de parêzer Bahrî Belen anî ziman ku parêzer temînata darazê ne û wiha domand: “Li Tirkiyeyê ji hemû beşên civakê, der barê hema hema herkesî de doz hatine vekirin. Ji hemû beşên civakê mirov hatine girtin û binçavkirin. Dadgeha ku parêzer berdan careke din girtin. Biryarên xwe bi xwe vala derdixînin. Gelo çi gef li wan hat xwarin û rastî kîjan zextan hatin ku biryareke wiha dan?”

Parlamenterê CHP’ê Turan Aydogan jî di çalakiyê de axivî û got ku hikûmet bi van kiryarên xwe dixwaze parêzeran bênirx bike. Aydogan diyar kir ku bi bênirxkirina parêzeran re dê hikûmet nekare ji bin barê heyî derkeve. Piştî axaftinan, nobet li ber deriyê C bi dawî bû.

 

İlgili Haberler