Li Qersê jineke mînak

Dayika Nuran ku li Qersê bi çêkirina goştê qazan debara xwe dike û li bajar bi nav û deng e, hem bi têkoşîna xwe hem jî bi biryardariya xwe ji hemû jinên Qersê re dibe mînak. Dayika Nuran diyar kir ku wê ji bo pêkanîna xeyala xwe gelek li ber xwe daye

Di her qada jiyanê de ked û têkoşîna jinan cihekî girîng bigire jî lê bi hezaran salan e ku jin ji aliyê hişmendiya feodal û serdest ve hatiye çewisandin û hemû derfetên jiyanê ji destên wê hatine girtin. Li hemberî vê yekê jî jin bi têkoşîna xwe ked û hebûna xwe ya diyarker parastiye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo jinê wiha dibêje; “Civaka ku jin lê ne azad be, ew civak jî ne azad e” Her çiqas civak têkoşîna azadiyê bide jî di aliyê din de nakokiyên herî mezin dijîn, lewre civakên di bin serweriya zilam de jinan tune dihesibîne.

Di vir de em dixwazin balê bikişînin ser têkoşîn û çîroka dayika Nuran Ozyilmaz (61) a ku li bajarê Qersê dijî. Li avahiyeke dîrokî ku yek ji bermahiyên rûsan e, em dibin mêvanê dayika Nuran. Dayika Nuran kurd e, ji eşîra Şemsikan e û ji Qersê ye. Ji dibistana seretayî heta lîseya bazirganiyê li Qersê dixwîne.

Di temenê biçûk de tê zewicandin

Di 76’an de ku hêj temenê wê gelekî biçûk e tê zewicandin û niha çar qîzê wê hene. Piştî ku dizewice pêşiya wê tê girtin, azadiya wê ji destên wê tê girtin û nema dikare li pey xeyalên xwe biçe û xebatekê bimeşîn e. Ji ber ku naxebite di warê aboriyê de jî tengasiyên mezin dijî û ne bi serê xwe ye.

Di heman demê de gelek tundiya fizîkî û derûnî ji hevserê xwe dibîne. Lê ji ber ku tiştek ji destên wê nayê û di nav civakeke feodal de ye nikare ji hevserê xwe jî biqete û neçar dimîne ku serê xwe bitewîne. Li aliyê din jî dibêje lazim e ev tundiya li wê tê kirin qebûl neke û li dijî wê têbikoşe.

Dikeve dû xelaya xwe

Dayika Nuran ji me re hinekî qala xeyalên xwe dike û wiha dibêje: “Di xeyala min de her tim xebat û xwe li ser pêyan hiştin hebû. Çend heb bazinê min hebûn. Dema min li wan bazinan dinêrî, min digot ev sermayeya min e. Lazim bû min ji bo aboriya xwe û mayîna xwe ya li ser pêyan ev bazinan di bazirganiyê de bi kar bianiya. Rojekê karsazekî biçûk ji min re got, ‘ez hiriyê bidim te tu dikare bifiroşî’ min ew roj wî kesî ji bo xwe wekî rizgarkerekê dît. Ew hiriya ku min ji wî karsazî digirt min difirot jinên ku bi şîşan ji bo malbat û zarokên xwe cilên rês çêdikin.”

Wekî rêya yekemîn a di vê jiyanê de vekir ew hiriya pezên Serhedê bû. Ev gava yekemîn a dayika Nuran ber bi xeyalên wê ve bibe bû. Piştre difikire ji bo xwe mekîneyeke hûnandina rês bikire. Dê bi vê makîneyê hem hiriya ku ji bo wê tê bike cilên rês û hem jî dê bi vê yekê aboriya xwe jî bi pêş bixe. Ew bazinên xwe yên ku her li wan dinêrî û rizgariya xwe di wan de didît, ji bo vî karî pêwîst bû xurde bikira û wisa jî dike. Li ser vê jî dayika Nuran van tiştan tîne ziman: “Bi kirîna makîneyan û çêkirina rês min karê xwe mezin kir û pere qezenc kir. Min ev kar di mala xwe de dikir. Lê ji ber karê min zêde bû ez neçar mam ku cihekî ji bo xwe vekim. Bi vekirina cihekî min makîneyek din jî kirî û xebatkarên min çêbûn. Wê demê karê min baş bû û navê min belav bû. Dema ez derdiketim kolanê her ji sê kesan yekî qazaxên ku min çê kiribûn li xwe dikirin. Karê min zor bû lê ez razî bûm.”

Piştî xebatê jiyana wê diguhere

Dema dayika Nuran di qada aborî de gavan diavêje û bi ser dikeve jiyana wê jî diguhere. Êdî zextên li ser wê jî kêm dibin û di jiyanê de dibe xwedî gotin. Dayika Nuran wiha dirêjiyê dide serpêhatiyên xwe: “Ji ber karê malê yanî aboriya malê li ser milê min zîvirî êdî tundiya ji zilam kêm bûbû. Min wê demê fêm kir ku azadiya aboriyê ji bo jinan gelekî girîng e.”

Dayika Nuran ji salên 90’î heta 2007’an vî karî dike. Lê bi pêşketina cilên fabrîkasyon êdî karê wan jî zêde pêş nakeve. Li gel karê tuhafiyê di 2007’an de ji xwe re cihekî pêjgehê yê xwarinê vedike. Cihekî ji 4 maseyan pêk tê û êdî dest bi çêkirina xwarinên gelerî dike. Salek piştre jî pêjgeha xwarina goştê qazan vedike (ku wekî Mala Qazê tê nasîn) ji cihekî 15 maseyan pêk tê. Niha jî zêdetirî 25 kesî ku bi giranî jin in li vê kargehê dixebitin.

Dayika Nuran dibêje sermayeya wê perwerde û keda wê ya di jiyanê de bû û van tiştan li gotinên xwe zêde dike: “Ev cihê min yê ku xwarinên gelêrî lê dihatin çêkirin bû û ez weke jina yekemîn a li bajarê Qersê peyaner bûm. Her kesî digot dê nikaribe. Deynê min jî çêbibû lê ez bi biryar bûm. Lewre min karekî cuda dikir. Bi giranî xwarina goştê qazan min çêdikir. Qaz jî ne tiştekî ku ez bi hêsanî biçim li cihekî peyda bikim û bînim çêbikim, bû.”

Gelek xelatan werdigire

Di kar û jiyanê de gelek astengî jî dertên pêşberî dayika Nuran. Lê yek bi yek ji heq dertê û ber bi serkeftinê ve gav diavêje. Ji ber Qers û derdora wê bi qazên xwe ve jî tê nasîn dayika Nuran li gel ewqas kar û xebatên xwe bi rêxistinkirina 40 jinan Komeleya Hilberîna û Pêşdebirina Qazan ava dike. Bi vê komeleyê ji bo jinên ku li gundan dijiyan jî bazara qazan vebûbû. Jinan êdî dest bi hilberîn û xwedîkirina qazan dikir. Dayika Nuran bi vê xebata xwe ji bo gelek jinên din jî derfet afirandibû. Di heman demê de bi projeyên xwe yên ku pêşkêşî Yekitiya Ewropayê dike ji N.Y û Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê plaketê digire.

Bi saya xebata wê jin bi pêş ketin

Di berdewamiya sohbeta me ya kûr de dayika Nuran wiha dibêje: “Bi vê xebata xwe ji bo jinan min rê li ber hilberîn û bazara ku dikaribin qazên xwe bifiroşin vekir. Di heman demê bi xwarina goştê qazan me bajarê Qersê li qada navneteweyî da naskirin. Dîsa ev xebata me bandorek girîng li ser aboriya Qersê jî kir. Keda jinan bi aboriyê di nav malbatê de jî azadiya aboriyê bi pêş xist. Di vê kargeha xwe de bi xebitîna jinan me bawerî û wêrekî dan jinan. Hişmendiya ku destûr nedida jin derbikeve derve bi jinên li cem min dixebitî ew hişmendî jî hat şikestin û xwebaweriyek girîng bi jinan re derket holê.”

Serkeftina wê li cîhanê belav dibe

Ji ber xebat û serpêhatiya xwe dayika Nuran tê naskirin û êdî dibe mînekek. Di sala 2009’an de Neteweyên Yekbûyî wê vedixwîne Spanyayê û jê re dibêjin, ‘Tu di têkoşîna jinan de rolmodelî û hilberîneke lokal didî nasîn’li ser vê yekê plaketan didinê û di UNESCO de çîroka wê ya serkeftinê tê weşandin. Dîsa di sala 2011’an de li ser vexwendina NY’yê diçe DYA’yê. Li vir pisporên qazan ên Macerîstanê wê vedixwînin Bûdapeştayê ku li vî welatî jî hilberîna qazan dibe. Dayika Nuran li Bûdepeştayê dibîne ku hilberîna qazên wan hêj xwezayî ye. Dîsa dema diçe jî bi xwe re mînakên qazan dibe. Dema vedigere bi rêya komeleyê dest bi îxrackirina qazan a ji bo Maceristanê dike. Ne tenê qaz perîkên wan jî îxrac dike. Piştre wekî komele teşwîqa dewletê ya ji bo xwedîkirina qazan digire.

Dayika Nuran dibe mijara tezan

Dayika Nuran di pêşbirka peyanêrên li Tirkiyeyê dibe yekemîn. Li Tirkiyeyê tev li gelek bernameyan dibe û wekî model tê nîşandan. Di heman demê de ji bo gelek xwendekarên zanîngehan jî dibe mijara tezan. Wekî axaftvan li Zanîngeha Ege, Înonu, Marmara û Kafkasê tev li panel û konferansa dibe. Dîsa di belgefîlma Tuluhan Tekellîoglu de ya li ser 8’ê Adarê de dibe yek ji 9 jinên serkeftî ku li gelek bajarê Ewropayê tê weşandin. Ev belgefîlm piştre dibe pirtûk.

Xwarinên din jî tên çêkirin

Dayika Nuran a ku ji tunebûna xwe ji bo bidestxistina azadiya xwe ku derket rê di kesayeta xwe û jinan de şoreşekê bi pêş dixe. Dayika Nuran di xwaringeha xwe de li gel çêkirina xwarina goştê qazê, şorbeya girara tirşê, şorba mast, qelîsêlk, xengel, xaşîl, helîseya bê goşt û çend xwarinên din çêdike. Dayika Nuran wiha dawî li axaftina xwe tîne: “Zivistanê karê me zêde ye. Ji gelek deveran welatî tên xwarina goştê qazê dixwin. Gelek kes ji min dixwaze ku ez li bajarên din jî şûbeyan vebikim. Ez dibêjim na, lewre ev ne miqam e, ev berhema serkeftinekê ye.”