Li girtîgeha Trabzonê gefa kuştinê li girtiyan tê xwarin

Girtî Ozgur Sevîm ku li Girtîgeha Tîpa T ya Beşîkduzu ya Trabzonê tê girtin bi rêya malbata xwe ragihand ku rojanê rastî lêdanê tên. Sevîm diyar kir ku gardiyan û rêveberên girtîgehê gefa kuştinê li wan dixwin û lêgerîna tazî li wî hatiye ferzkirin

Girtiyê bi navê Ozgur Sevîm di 27’ê gulana 2016’an de li Nisêbîn a Mêrdînê di dema berxwedanên xwerêveberiyên cewherî de tevî 12 zarok û 42 kesan hatibû girtin. Sevîm ev 3 sal û 4 meh in girtî ye û li Girtîgeha Tîpa T ya Beşîkduzu ya Trabzonê dimîne. Dayika Sevîm, Behiye Sevîm di 18’ê îlonê de bi kurê xwe re hevdîtin kir. Têkildarî qewimînên li girtîgehê, dayika Sevîm ji MA’yê bi Fahrettîn Kiliç û Fethî Balaman re axivî.

Dayik Behiye Sevîm got ku gardiyanên girtîgehê rojane li girtiyan dixin û ev agahî dan: “Kurê min got; ‘Rojane li me dixin û bi hesinan li deriyên me dixin. Gefa kuştinê li me dixwin. Ewlehiya me nîne. Em ji hev veqetandine. Rayedarên girtîgehê dibêjin ku hûn serî li ÎHD û DMME’yê jî bidin em ê heman tiştan bikin û we bikujin.’”

Gefa kuştinê lê xwarin

Di berdewamê de jî Sevîm bi lêv kir ku ji ber ku kurê wê pirtûk nivîsandî ye, rayedaran sê rojan bangî wî kirine û wiha domand: “Jê re gotine; ‘Em ê te bikujin.’ Ji bo dadgehê di 9’ê îlonê de kurê min anîn girtîgeha Xarpêtê.  Lêgerîna tazî lê ferz kirine. Ji ber ku kurê min ev yek red kiriye, rastî lêdana 6-7 gardiyanan hatiye. Piştre jî xistine hucreyê. Di 10’ê îlonê de jî birin Mêrdînê. Kurê min got ewlehiya wî û hevalên wî yên li Xarpêtê nîne.”

‘Ez ji dewletê kurê xwe dixwazim’

Sevîm destnîşan kir ku ew kurê xwe ji dewletê dixwaze û wiha pê de çû: “Êdî bes e. Ez naxwazim kurê min û hevalên xwe li girtîgehên Xarpêt, Trabzon, Tokat û Rîzeyê bimînin. Îşkenceyê li hemûyan jî dikin. Du kurên min girtî ne. Ez duh çûm Mêrdînê û îro jî diçim Amedê. Her roj li girtîgehekê me. Çi heqê wan ê vê zilmê heye?”

Bang li hemû dayikan kir

Dayik Behiye Sevîm danişîna kurê xwe bi bîr xist û wiha derbirî: “Di 3’yê cotmehê de dê li Mêrdînê bê dîtin. Çi serokomar an jî wezîrê dadê be, bila destê xwe deynin ser wijdana xwe. Zarokên wan jî hene. Ez bang li dayikan dikim ku bila werin em biçin ber DMME, meclisê û AKP-MHP’ê û zarokên xwe bixwazin. Bes e êdî ji vê zilmê re. Em şer naxwazin. Bila deriyê heps û zindanan vekin. Bila efûyek derkeve û aştî çê bibe. Me îro serî li ÎHD’ê da. Ez ê heta DMME’yê biçim. Ji ber raporên nexweşiyên xwe ez ê serî li wezareta dadê jî bidim û daxwaznameyekê jî bişînim.”