John Bolton serdana Tirkiyê dike: Mijar Sûriye û herema Kurda

Berdevkê AKPê Omer Çelik ragihand ku piştî sersalê Şêwirmendê Ewlekariya Netewî yê Amerîkayê John Bolton dê serdana Tirkiyê bike.

Berdevkê AKPê piştî civîna desteya rêveberiya partiya xwe ragihand, “Bawerim dê Şêwirmendê Ewlekariya Netewî yê Amerîkayê John Bolton piştî sersalê serdana Tirkiyê bike.“

Çelîk di berdewamê de bal kişand ser dîplomasiya bo Sûriyê û got, “Tirkiye di nav lezûbeza dîplomasiyê de, hem bi Amerîkayê re hem jî bi Rûsyayê re hevkariyê dike. Bi Îranê re têkilî didomin. Ev çarçove nîşan dide ku em bi hemû hevpeymanên xwe re polîtîka û kordînasyoneke dîplomatîk dimeşînin. Ya ku em dixwazin, parastina yekparçeyiya Sûriyê ye.“

Hêjayî gotinê ye, serdana Bolton piştî biryara Trump a vekişîna ji Sûriyê û gefên operasyonê yên Tirkiyê li ser Minbic û Rojhilatê Firatê pêk tê. Serokomarê Tirkiyê Erdogan ragihandibû ku heta demekê operasyon hatiye rawestandin ku dê piştî danûstandinên ligel Amerîkayê ev mijar jî diyar bibe.

İlgili Haberler