Jinên Rojava bi jineolojiyê hîn bi hêztir dibin

Endama Komîteya Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê ya Herêma Firatê Dîcle Heydarî diyar kir ku ew bi perwerdeya jineolojiyê dixwazin bigihêjin hemû jinan û got ku armanca wan pêşxistina jineolojiyê ye.

Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê li Kobanê dewreya nû ya perwerdeyê ji bo jinên siyasetmedar û yên di civaka sivîl de cih digirin, da destpêkirin. Dê di perwerdeya ku 5 rojan berdewam bike de mîjarên wêrankirinên kapîtalîzmê û çareseriya wan bê nîqaşkirin.

Endama Komîteya Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê ya Herêma Firatê Dîcle Heydarî dewraya nû ya perwerdeyê û xebatên jineolojiyê nirxandin.

Heydarî diyar kir ku ji ber şerê heyî û bê derfetiyan hîn nebûne saziyek fermî û got ku piranî li ser xebatên lêkolînê xebatan dimeşînin û di demek nêz de dê fermî bibin.

Destpêkê lêkolîn pêk anîne

Di axaftina xwe de Heydarî bal kişand ser xebata salekê û diyar kir ku ewil di esasê civaknasiyê de xebat meşandine û wiha domand: “Me ji warên dîrokî yên Kobanê dest pê kir. Van lêkolînan 3-4 mehên me girtin. Me lêkolînên xwe anî rewşek baş û nivîsî. Piştre me bi jinan re parve kirin.”

Dixwazin bigihêjin hemû jinan

Di berdewamiyê de Dîcle Heydarî anî ziman ku piştî vê dest bi semînerên jineolojiyê kirine û wiha pêde çû: “Me ev semîner berdewam kirin. Me bi jinên herêmên ereb re xebat meşand, der barê jinên rastî zilma DAIŞ’ê hatine de xebat meşand. Li herêmên ku DAIŞ lê bû xebat pir zehmet bûn. Me li ser pirsên ‘Jin çiqas xwe nas dikin, heta îro çi êş kişandine, di jiyana xwe de çi dîtin, rewşa ku jinên rastî îşkenceya DAIŞ’ê hatine çi ye, nêrîna li hemberî jineolojiyê çi ye?’ Lêkolînan kirin. Pişt re me ev di alî dîtbarî û nivîskî de amade kirin. Hedefa me ev e ku em xwe bigihînin hemû jinan.”

Armanc pêşxistina jineolojiyê ye

Her wiha Heydarî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em xebatan piranî bi lêkolîn û perwerdeyan dimeşînin. Hewcedariya saziyan hebe em perwerdeyê didin. Dewra me ya perwerdeyê 5 roj e û ji 13 kesan pêk tê. Me ji bo jinên di saziyên civaka sivîl û siyasetmedaran vekir. Armanc pêşxistina jineolojiyê ye.”

İlgili Haberler