Ji ber xwendina helbestekê 5 sal ceza lê hat birin

Helbestvanê kurd Elî Mihemed ji ber ku li ser hilbijartina helbestek mîzahî xwendibû, ji aliyê dadgeha Îranê ve rastî cezayê hat. Dadgeha Îranê ji ber helbestê 5 sal ceza li helbestvanê kurd birî

Li gorî nûçeya Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistan mamosta, helbestvan û aktîvîs Elî Mihemed Mihemmedî yê xelkê bajarê Eywana parêzgeha Îlamê ya rojhilatê Kurdistanê ye, ji ber xwendina helbestek mîzahî ji aliye dadgeha Îranê ve 5 sal ceza lê hat birîn. Li gorî nûçeyê Elî bi hinceta bêrêziya hember pîroziyan û îmamên şuî kiriye tê tewanbarkirin.

Mihemedî di 27’ê Nîsana 2016’an de helbestek mîzahî li ser hilbijartinan xwendibû û heman rojê ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû binçavkirin. Piştî wê helbestvanê kurd Elî bi hinceta ku di helbesta xwe de bêrêziyê hemberî îmamên Şuîyan kiriye, li dadgeha bajarê Îlamê 5 sal ceza lê hatibû birîn, lê ceza nehatibû erê kirin. Lê carek din dadgehê 5 sal ceza lê birî.

Hêjayî gotinê ye Elî Mihemed Mihemmedî di sala 1968’an de li bajarê Eywanê berpirsê meclisa helbest û edebî bû. Her wiha li dibistana bajêr jî mamostatiya beşa kîmyayê dikir. Li herêmê jî weke helbestvanek nas tê dîtin.