İncil Selçuk | CEGERXWÎN

Gava behsa Helbesta kurdî tête kirin, bê guman ewilî seydayê Cegerxwîn tête bîra mirov. Lê seyda Cegerxwîn ne tenê Helbestvanek e, ew bi serê xwe seranser felsefeya mirovatiyê ye jî. Heke îro ji min bipirsin, bêjin Cegerxwîn çi ye? ez dê bibiêjim; Cegerxwîn Pasîfîko ye. Ew behreke ku çiqasî fereh be, ew qasî jî kûr e. Cegerxwîn ew kes e ku bi riya helbestê li behra evînê bi hestên xwe yên tazî avjenî kiriye. Her weha ne tenê li behra evînê, wî di felsefeya jiyanek aştiyane û azadî de jî per û bask bi serbestî hejandine.
Dema mirov dikeve nav deryaya Helbesta Cegerxwîn de mirov dibîne ku gelek aliyên wî yên cuda cuda hene. Li aliyekî gava dibêje “Agirê derdê te îro sohtime wek perperîk, Awirên wan herdu çavan li dil vekirne sed berîk” felsefeya evînê vedibêje. Li aliyê din dema dibêje “Payebilindî, Welatperestî Çekên qelsan e: Jarî û mestî” felsefeya hezkirina welat ya ku qet hêcet jê re navê vedibêje. û dîsa dema dibêje “Ey heval Robson dengbêjê cîhan, xweşmêrê selam zana û milîtan, ne tenê reşik ketin bindestan, em jî sipîne mane perîşan” mirov aliyê wî yê Enternasyonalîst dibîne. Ji ber ku di hezkirina wî de bend û sînor tune ye. Ew çiqasî kurd û kurdperwer bûye ew qasî jî enternasyonal û aştîhez bûye. Dilê wî yê ku ji behra evînê mişt dagirtî çiqasî li ser kalekî kurd bişewitya ew qasî jî dikaribî li ser reşikekî Efrîqî jî bişewitya.
Berî her tiştî ew dilxwaz û dilsozê yekîtiya kurdan bû. Seyda Cegerxwîn vê dilsoziya xwe bi gotina “Heke hûn nebin yek, Hûnê herin yek bi yek” Tîne ziman.
Dîsa birîna kurdan ya êl û eşîr perestî jî ya ku bi sed salan e ev nexweşî di nav kurdan de heye bi Helbestekê weha vedibêje.
“Kurdo bese şiyar be!
Çi Millî û çi Kîk î?
Perçe perçe weza ne,
Wek Şemikî Elîkî….
Va ye em bûne millet,
Naxwazin êlperestî,
Divêm her yek nekêşe
Ji bo xwe ew serîkî.”
Mirov ji Helbesta Cegerxwîn ya ku dibêje:
 “Vejîne zimanê xwe ey xwendevan,
Nebûye milet hîç kesek bê ziman
Zimanê me xoş û xeroş û ciwan
Eger baş bizanî tu nakî ziyan
Tu kurmanciya xwe ji bîr nekî
Eger baş nezanî divê zêdekî….” tê dighije bê ka ew çiqasî dilsozekî zimanê kurdî bûye. Lewra di her fersendê de bal kişandiye ser girîngiya zimanê kurdî. Her weha mirov ji gotina wî ya “xwendin nebe kes naçe pêş, peyda dibin pir derd û êş” jî hîn dibe ku wî gelekî girîngî daye ilim û xwendinê, her tim xwestiye keç û xortên kurd bixwînin û bi riya xwendinê pêş bikevin.
Bi taybetî li bakur van 40 salên dawiyê Helbesta Cegerxwîn bû pêleke serhildanê. Çawa ku keştiyek li ser behrê berê bagerê bikevite babirka keştiyê û bi hêza bagerê keştî bimeşe bandora Helbesta Cegerxwîn jî ew qasî hêz da meşa tevgera azadiyê. Ji “Kîne em” bigre heta bi helbesta  “Tîp û lekên me ketin zinaran, Li hawir bomba bû gullebaran, Êrîş dibin ser komên neyaran, De rabe ser xwe, kurê min rabe!…..” Bi hezaran keç û xort ber bi şoreşê ve kişandin. Seyda Cegerxwîn di navbera her çar perçeyên Kurdistanê û lehçeyên ziman de jî tu cudatî nexistiyê. Di bin bandora tu rêxistinan de nema ye û bi nasnama xwe ya Kurdistanî tev gerya ye. Taybetmendiyek wek wî jî ew bûye ku çawa Ehmedê Xanî dibêje “Ne ji bo sahib rewacan, Belkî ji bo piçûkêd kurmanca.”  Seyda Cegerxwîn jî di Helbestek xwe ya bi lehçeya Soranî de dibêje “Cegerxwîn gerçi seydayê kurde, Ta êsta pesnî kesêk nedawe.”
Belê seyda Cegerxwîn behr û kahniyek e ku di her serdemê de kurd karin jê sudê wergirin. Lê mixabin li gel ku hema bêje Helbestên Cegerxwîn hemû bûne stran û ew stran ketine ser dev û lêvên bi milyonan kurdan. Piraniya Hûnermendên ku van 30-40 salên dawiyê hatine naskirin û hezkirin bi Helbestên Cegerxwîn hatine naskirin, Helbestên Cegerxwîn ji xwe re kirine stran. Lê mixabin van kesan heta îro bi navê Cegerxwîn xebateke ber bi çav, xebatên ku li ser şeira Cegerxwîn û kesayetiya wî ya têr û tije nehatiye kirin. Bi hêviya her kurdek ji kahniya dilê seyda Cegerxwîn ava evîn û jiyanek azad vexwe, ji feyza wî bê par nemîne hezar silav li giyanê wî yê pak û temîz.
 İZNEWS | İncil Selçuk