Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî Qamişlo daxuyanî da

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakurê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku pevçûnên li Qamişloyê li ser êrîşa hêzên rejîmê derketiye. Fermandariyê ragihand ku di encama pevçûnê de 11 endamên hêzên rejîmê hatine kuştin û 7 endamên wan jî di şer de şehîd bûne.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn  a Bakurê Sûriyeyê têkildarî êrîşên hêzên rejîmê yên li dijî hêzên wan ên li Qamişloyê, daxuyaniyek da.  Di daxuyaniyê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn ku di encama şer  de 11 leşkerên rêjîmê hatine kuştin.

Daxuyaniya têkildarî rewşê wiha ye: “Dewriyeke girêdayî hêzên rêjîma Sûriyeyê ku ji sê wesayitan pêk dihat îro derbasî deverên di bin serweriya hêzên me yên bajarê Qamişloyê de bûn û gelek sivîl girtin. Dema ku di ber  benda hêzên me re derbas dibûn, leşkerên rejîmê bi çekên sivik û navîn gule li endamên me barandin.”

7 endamên hêzên ewlekariyê şehîd bûn

Di berdewama daxuyaniyê de jî fermandariyê destnîşan kir ku li ser êrîşê hêzên wan jî bersiv daye û wiha domand: “Di encama bersivdayînê de 11 endamên rêjîmê hatin kuştin û du kesên din jî birîndar bûn. Di heman pevçûnê de 7 hevalên me jî şehîd bûn û yek jî birîndar bû.”

‘Em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin’

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakurê Sûriyeyê wiha bi dawî bû: “Em weke hêzên Ewlehiya Hundirîn a Bakurê Sûriyeyê soz didin şehîd û gelê xwe ku em ê destkeftiyên şoreş û gelê xwe biparêzin. Em soz didin ku li hemberî hemû êrîşên ku destkeftiyên gelê me hedef digirin an jî hewl didin tevliheviyê derxînin û aramiya welatiyan têk bibin, em ê li ber xwe bidin.”

İlgili Haberler