Girtiyên nexweş bi gefa kuştinê re rû bi rû ne!

Rewşa girtiyên nexweş her ku diçe girantir dibe. Girtiyê nexweş Mehdî Boz ku li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê di hucreya yekkesî de tê girtin rastî derbkirina 6 gardiyanan hat û gardiyanan gefa kuştinê lê xwar. Girtiyê nexweş Sabrî Kaya (53) ku di Girtîgeha Tîpa T a bi Hejmar 2’yan a Osmaniyeyê de dimîne jî tevî nexweşiyên giran nayê berdan. Girtiyên nexweş banga hestiyariyê li raya giştî dikin.

Îşkence, zext, zordarî û binpêkirinên li dijî girtiyên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di asta herî jor de berdewamin. Li hêlekê mafên herî jiyanî yên girtiyan tên binpêkirin û li hêla din jî tevî rêveberên girtîgehan, gardiyan gefên kuştinê li girtiyan dixwin. Her wiha bi hezaran girtiyên nexweş jî her ku diçe rewşa wan giran dibe.

Hat zanîn ku girtiyê nexweş Mehdî Boz ku di lîsteya girtiyên nexweş ên rewşa wan giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye û li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê di hucreyeke yekkesî de tê girtin, ji hêla 6 gardiyanan ve hate derbkirin.

13 mehe mafê wî tê binpêkirin

Têkildarî mijarê xwişka Boz, Necla Er axivî. Er da zanîn ku birayê wê ji ber ku ferzkirina nasnameyê red kiribû, ev 13 mehin mafê wî yê hevdîtina bi malbatê re tê astengkirin û wiha domand: “Her wiha cezayê 4 mehan a qedexeya telefonê jî lê birîbûn. Piştî çar mehan li min geriya. Dengê wî bi zorê derdiket. Daxwaznameyek ji îdareyê re nivîsandiye. Gardiyanan gotinên weke ‘Ji bo çi te ev tişt nivîsandine. Em vê daxwaznameyê nadin’ û ew derb kirine. Birayê min got 6 gardiyanan li wî xistine, bi qirika wî de girtine û gefa ‘em ê te bikujin’ lê xwarine.”

Ji jiyana birayê xwe bi guman e

Er daxuyand ku dema ku gardiyanan lê xistin, birayê wê bi ser hişê xwe de çûye û ev agahî dan: “Li revîrê hatiye ser hişê xwe. Lê bijîşk tune bû û li wir jî hatiye derpkirin û birine hucreyê. Dengê wî nebaş dihat û got rewşa wî nebaşe. Em wî mereq dikin. Bikujin jî haya me jê nîne. Li gundê me xizmekê di zinarê de avêtin û gotin ‘întîhar kiriye’. Em bi gumanin ku heman tişt dubare bibe. Gumanên me hene û em nizanin dê çi bikin jî.  Êdî bila meclis û saziyên eleqedar têkevin dewrê.”

Rewşa Kaya nebaş e

Li hêla din rewşa girtiyê nexweş Sabrî Kaya (53) ku di Girtîgeha Tîpa T a bi Hejmar 2’yan a Osmaniyeyê dimîne û nexweşiya dil pê re heye jî her ku diçe girantir dibe. Kaya ku cezayê muebbetê lê hatiye birîn, hestiyên wî dihelin û tevî nexweşiyên şekir, tansiyon û kolestrolê gelek nexweşiyên din jî lê peyda bûne.

Gelek nexweşî lê peyda bûne

Kaya ku êdî nikare pêdiviyên xwe yên jiyanî pêk bîne axivî û da zanîn ku derîçeya dilê wî riziyaye. Di berdewamê de jî Kaya ev tişt anîn ziman: “Di girtîgehê de du caran ji dilê xwe emeliyat bûm. Di emeliyata sala 2016’an de derîçeya dilê min hat guherandin. Piştî emeliyatê, bêyî ku birînên min baş bibin, şandin girtîgehê. Tevî vê şekir, kolestrol û tansiyon jî bi min re heye û hestiyên min dihelin. Ev nexweşî piştî ku ketim girtîgehê li min peyda bûn. Niha jî divê pûlê têxin dilê min û careke din emeliyat bibim. Lê tê gotin îhtimala ku di dema emeliyatê de bimirim jî heye.”

Di rîngê de ser hişê xwe çû

Kaya ragihand ku astim jî bi wî re heye û wiha domand: “Mehê du caran diçim nexweşxaneyê. Herî dawî dema çûm, ji ber ku rîng pir biçûk bû û bê hewa bû, bêhna min dernediket. Min ji wan re got wesayîtê bisekinînin lê gotin ‘heta nexweşxaneyê îdare bike.’ Ji ber  vê ji ser hişê xwe çûm. Bêhna min çikiya. Dema em gihaştin nexweşxaneyê û derî vekirin ketim erdê. Gotin ‘rabe bimeşe.’ Min got nikarim bimeşim, divê sedye hebe. Lê gotin, ‘na, em nikarin bînin û tu dê wiha bimeşî.’”

Bijîşk bi dijminane tevdigerin

Di dawiyê de jî Kaya wiha derbirî: “Di çûn û hatina nexweşxaneyê de em tên kelemçekirin. Bijîşk di tirsin û bi erka xwe ranabin. Ji xwe eleqedar jî nabin. Dema çûm nexweşxaneyê bijîşk got; ‘wî bibin tiştekî wî nîne.’ Bêyî kontrolê ez şandim. Giliya me jî bi gotinên ‘li nexweşxaneya me tiştên wisa çênabin.’ bersivandin. Di qawîşa me de 14 kes dimînin. Ev jî bandorekê neyînî li ser tenduristiya min dike. Divê xwarinên diyetê bixwim lê xwarinên ji herkesî rê tên şandin ez jî dixwim. Di emeliyeta berê de desteya tenduristiyê rapora ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ dan. Ji ber ku Saziya Tiba Edlî ev yek red kiribû, nehatim berdan. Min careke din serî lê da lê careke din rapora ‘di kare di girtîgehê de bimîne’ da. Rêveberiya girtîgehê jî dest datîne ser nameyên me.”

Îşkence xist rojeva meclisê

Di heman demê de serokwekîla Koma HDP’ê Fatma Kûrtûlan pêşnizyanameya lêkolînkirinê ya ji bo binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê pêşkeşî meclisê kir. Kûrtûlan xwest ku îdiayên weke ‘pêkanîna ragirtina di hucreyê de’, ‘hejmartina di yek rêzê de’, ‘lêdana di asta îşkencekirinê de’, ‘nesewqkirina girtiyên tên derbkirin a ji bo bijîşk’ û ‘nedayîna raporên derbkirinê’ bên lêkolînkirin.

Pêşniyazname paşve şandin

Di dawiya pêşniyaznameyê de jî Kûrtûlan ev tişt gotin: “Desthilatdariyê digot êdî îşkence qediyaye û dê rê li ber îşkencekirin û muameleyên xerab bigirin. Lê rojane têkildarî îşkenceyan nûçe tên weşandin.” Lê pêşniyaznameya lêkolînê, bi îmzeya serokê meclisê Bînalî Yildirim, bi hinceta îfadeyên wekî ‘îşkence û muameleya xerab’  tê de hene, paşve hat şandin.

İlgili Haberler