Fransa: Em ê bikevin cihên ku Amerîka vala bike

Piştî daxuyaniyên vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ji Fransayê jî daxuyaniyek hat.

Wezîra Yekîtiya Ewropa (YE) ya Fransayê Nathalie Loiseau, da xuyakirin ku dê Fransa hêza xwe ya leşkerî ya li Sûriyê bihêle û li cihên ku Amerîka vala bike bicih bibe.

Nathalie Loiseau diyar kir, “Amerîkayê nekariye DAIŞê têk bibe. Fransa dê li cihên Amerîka vala bike bicih bibe.”

Wezîrê Berevaniya Fransayê Florence Parly jî bal kişand ser têkoşîna berdawî ya leşkerî li dijî rêxistina terorîst DAIŞê û got, “Heta herêmeke dawî bimîne jî em ê şerê bi wan re berdewam bikin.”