Ferhenga Navên Nebatan a Kurdî derket

Nivîskarê Ferhenga Termînolojiya Hiqûqê ya Kurdî Ahmet Kasimoglu niha jî Ferhenga Navên Nebatan a Kurdî ku tê de navê 20 hezar nebatan heye, weşand. Kasimoglu da zanîn ku ev berhem di encama xebateke14 salan de derketiye û da zanîn ku dê xebatên wî berdewam bikin.

Zêdetirî sed sal e zimanê kurdî li her çar parçeyên Kurdistanê rastî pişaftina dewletên tirk, ereb û farisan tê. Di çarçoveya polîtîkayên faşîzan yên pişaftinê yên van dewletan de li gelek herêmên Kurdistanê hema hema kurdî hate jibîrkirin û zimanên tirkî, erebî û farisî serwer bûn. Li dijî vê polîtîkaya pişaftinê, gelê kurd jî berxwedaneke mezin da. Bi taybet jî di van 20 salên dawîn de ji bo hînkirin û pêşvebirina zimanê kurdî xebatên girîng tên kirin. Yek ji van berhemên ku dewlemendiya zimanê kurdî radixe ber çavan jî Ferhenga Navên Nebatan a Kurdî ya endezyarê cotkariyê yê teqawit Ahmet Kasimoglu ye.

Ahmet Kasimoglu beriya niha jî bi ferhenga xwe ya Termînolojiya Hiqûqê ya Kurdî re bal kişandibû. Kasimoglu piştî xebateke berfireh a di 14 salan de, Ferhenga Navên Nebatan a Kurdî derxist. Der barê mijarê de Kasimoglu nêrînên xwe anî ziman ku û diyar kir ku ew weke kurdekî ji dayik bû, lê heta sala 1973’an jî nedizanî bi zimanê kurdî bixwîne û binivîse.

Bi tenê dest bi kar dike

Kasimoglu diyar kir ku ew li zanîngehê hînî xwendin û nivîsandina bi kurdî bû û wiha domand: “Der barê çanda kurdan de çi bi destê min ket, min xwend. Di salên 1998-99’an de min di rojnameyekê de hejmara telefonê ya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê dît. Min wê demê xwest ku navên sê nebatan ên bi kurdî ji wan re bişînim. Bi vî rengî min dest bi vî karî kir. Lê dikarim bêjim ku Enstîtuya Kurd alîkarî neda min. Ne alîkarî da û ne jî li pêşiya min bû asteng. Neçar mam ku bi tenê û li gorî derfetên xwe bixebitim.”

Xebatên ku meşandin

Di berdewamê de jî Kasimoglu got ku ew di serî de li herêma xwe geriyaye û wiha pê de çû: “Bi giranî li bakurê Kurdistanê geriyam. Min tenê nekarî biçim Qers û Erdexanê. Ez li gund, navçe yan jî li bajarekî tenê nemam. Hema hema li hemû deverên bakurê Kurdistanê geriyam. Gelek caran jî çûm başûrê Kurdistanê. Enstîtuya Kurdî ya Parîsê pê hesiya ku ez vî karî dikim. Li min geriyan û ez vexwendim. Bi vegerê re jî ez çûm Zanîngeha Dîcleyê û min alîkarî ji çend profesoran wergirt. Min ferhengek amade kir û piştre jî bi alîkariya Prof. Dr. Kadrî Yildirim li Zanîngeha Artûklûyê ferheng çap kir.”

‘Kurd qîmeta zimanê xwe nizanin’

Di dawiyê de jî Ahmet Kasimoglu ev tişt anî ziman: “Çend beşên ferhengê hene. Mesela bi kurdî, tirkî û latînî sê îndeks hene. Kurdî ji xwe zimanê me ye. Tirkî jî zimanê fermî ye. Latînî jî zimanê zanistiyê ye. Li ser rûyê erdê her kes karê li ser nebatan bi zimanê latînî dike. Karê min wê ji niha û pê ve jî bidome. Min heta niha navên kurdî yên 20 hezar nebatan weşand. Navên 5 hezarên din jî bi min re hene. Ger li hin herêmên din kar bê kirin, ez dikarim vê hejmarê bigihînim 30 hezarî. Kurd weke ku tê xwestin bi zimanê xwe naaxivin. Nirxê zimanê xwe nizanin. Niha dibe ku guh nedin lê dê di pêşerojê de nirxê vê ferhengê bibînin. Nifşên nû dê pirtûkên wiha bipirsin. Rastî ev e.”

Ahmet Kasimoglu kî ye?

Ahmet Kasimoglu ku bi eslê xwe ji Paloyê ye, ji ber pîşeyê xwe li gelek bajaran maye. Di sala 1974’an de dema ku Serokê Komeleya Çandê ya Çewlikê bûye, nêrîna li ser amadekirina navên nebatan ên bi kurdî dikeve bîra wî. Kasimoglu piştî ku ji endezyariya zîraetê mezûn dibe, li gelek bajarên Kurdistanê dixebite. Kasimoglu ev kar ji bo xwe weke fersendekê dibîne û bi vî rengî di pratîkê de dest bi amadekirina ferhengê dike. Kasimoglû destpêkê navên bi kurdî yên nebatên li cihê ew lê dimîne, dinivisîne. Piştî 14 salan jî navên 20 hezar nebatan ên bi kurdî kom dike.

İlgili Haberler