DYA pereyê NATO’yê kêm dike

Li gorî nûçeyên Stûttgarter Zeîtûng û Stûttgarter Nachîchten ên Almanyayê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) dê pereyê ku ji bo rêveçûna giştî ya NATO’yê dide, kêm bike.

Li gorî îdiaya her du rojnameyan ku dîplomatekî NATO’yê yê navê wî nehate aşkerakirin weke çavkanî nîşan da, li navenda NATO’yê ya li Brukselê nûnerên amerîkî ev mijar bi rengekî vekirî anî ziman. Hate ragihandin ku rayedarên amerîkî diyar kir para ku ji bo lêçûnên operasyonan didin, dê kêm bikin.

Ajansa Nûçeyan a Alman (DPA) mijar ji çavkaniyên NATO’yê pirsî, lê kesê nexwest daxuyanî bide. Serokê DYA’yê Donald Trump ji roja ku dest bi wezîfeyê kiriye, ragihand ku welatê wî dê para ku ji bo lêçûnên operasyonan ên NATO’yê dide kêm bike. Trump zextê dike ku welatên endam bi rêjeya ji sedî 2 ya hatineya xwe ya milî ji budçeya parastina neteweyî re veqetînin.

Ji bo lêçûnên biryargeha NATO’yê ya li Brukselê, mûçeyên xebatkaran û lêçûnên teknîkê, ji bo îsal 2,3 milyar euro budçe hatiye destnîşankirin. Welatên endam divê li gorî rêjeya hatineya xwe ya neteweyî tevkariyê li vê budçeyê bikin. DYA ji sedî 22,1 dide. Ev jî tê wê wateyê ku li gorî hatineya xwe ya neteweyî kêmtir dide.

İlgili Haberler