Brett McGurk: Trump got, em rast nabînin ku Tirkiye operasyonekê li bakurê Sûriyê pêk bîne

Nûnerê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk li ser pirsên axaftina telefonê ya Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de axivî û got, em rast nabînin ku Tirkiye operasyonekê li bakurê Sûriyê pêk bîne.

Brett McGurk li Korbenda Doha ya 2018an di kombûneke rojnamevanî de li ser pirsa axaftina navbera Erdogan û Trump diyar kir, “Amerîka bi Tirkiyê re kar ji bo nehîştina metirsiyên wê yên li ser sînor dike. Em di ber parastina ewlehiya hevpeymên xwe yên NATOyê de berpirs in û rast nabînin ku Tirkiye operasyonekê li bakurê Sûriyê pêk bîne.”

McGurk got ku ew niha tenê hewil didin DAIŞê tune bikin ku dibe ev jî çend mehên din encam bide.