Binçavkirina 5 rojnamevanan dirêj kirin

Binçavkirina 5 rojnamevanên dema ku li Mêrdînê çalakiyên şermezarkirina qeyûman dişopandin hatin binçavkirin, 4 roj in di bin çavan de ne. Dozger dema binçavkirina rojnamegeran 4 rojên din dirêj kir

Nûçegihanên MA’yê Ahmet Kanbal û Mehmet Şah Orûç û nûçegihan Jinnewsê Rojda Aydin û rojnamevan Nûrcan yalçin û Halîme Parlak ku di 20’ê tebaxê de dema li Mêrdînê çalakiyên şermezarkirina qeyûman dişopandin hatin derbkirin û paşê hatin binçavkirin, 4 roj in di bin çavan de ne. 5 rojnamevan 3 roj in li Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Emniyatê ya Mêrdînê tên ragirtin. Dozger dema binçavkirina rojnamevanan 4 rojên din dirêj kir.